Parêzgeriya Riha: Di teqînê de cendermeyek û 3 çekdar hatin kustin

Parêzgeriya Riha: Di teqînê de cendermeyek û 3 çekdar hatin kustin

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Rihayê ragihand ku di encama teqandina otomobîlekê de li Serêkaniyê leşkerî Tirk û 3 çekdarên opozisyonê yên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin.

Îro 12ê Adarê piştî nîvro li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, li rêbendeke komên çekdar de otomobîlek hatibû teqandin.

Parêzgariya Rihayê derbarê teqînê de ragihand, teqîn di encama êrîşa endamên PKK/PYD/YPGê de rû daye û di encamê de, cendermeyekî pispor ê ji bajarê Hatayê bi navê Bestamî Buluş û 3 karmendên ewlehiya herêmî (ji komên çekdarên opozîsyonê) hatine kuştin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku di heman êrîşê de 7 kesên sivîl jî di nav de 10 kesên birîndar bo nexweşxaneya Ceylanpinar hatine veguheztin ku rewşa tenduristiya wan ne di xeterê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin