PeyamaKurd – Namzedê serokatiya CIA yê yê ji aliyê serokê Amerîkayê Joe Biden ve William Burns di komîta senatoyê ya Amerîkayê de axifî û got ku dê ji nêz de Rûsyayê bişopînin û Çîn bi xwe ‘dijminekî otoriter’ e.
Burns di civînê de pirsên senatoran bersivand û got divê bi Çînê re reqabet bêkirin û ev reqabet mifta ewlehiya netewî ya Amerîkayê ye. Burns weha got:
“Di rojên pêşiya me de reqabeta bi Çînê re wezîfa me ya ewiliye û divê Çîn di derveyê reqabetê de bimîne.”
Burns got eger di senatoyê de wezîfa wî bê qebûlkirin wê 4 tiştan berya her tiştê bike. Wan tiştan weha ragihand:
“Mirov, hevparî, Çîn û teknolojî. Çîn mulkiyeta fikrî didize, xelkê di bin zorê de dihêle, seha xwegihandinê fireh dike û şiyanên xwe di nava Amerîkayê de xurt dike. Dijminekî zor û otorîter e.”
Ji axaftinên Burns hinek serikên mijara ev in:
-Divê Enstîtuyên Konfuçyus li Amerîkayê bên girtin ji ber Çîn alîkariya wan dike û alavên propogandeya Çînê ne.
-Divê Rûsya ji nêz de bê şopandin.
-Divê Îran nebe xwediyê santrala nukleerî.
Herkes bendeye ku wezîfa Burns bê erêkirin û bibe serokê CIA yê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin