PeyamaKurd – Lîga yekem a werzîşê ya Îtalyayê Serie A ku ji ber koronayê navber hatibû dayîn, dê 20 Hezîranê dest pê dike.
Italyaya ku yek ji welatên ku herî zêde pandemiyê bandor lê kiriye û kesan ji ber koronayê can dane. Ji ber koronayê yariyên Lîga Yekem a Futbolê (Serie A) hatbûn sekinandin û li gorî biryareke nû wê20ê Hezîranê yariyên futbolê car din dest pê bikin.
Wezîrê Ciwan û Werzîşê yê Îtalyayê Vincenzo Spadafora derbarê biryarê de got, li Îtalyaya ku jiyan hêdî hêdî asayî dibe rast e ku yarî ji nû ve dest pê bikin, “Li gorî wê yekê ez dikarim bêjim ku wê yarî 20ê Hezîranê dest pê bikin. Her wiha biryar e k udi navbera 13 û 17ê mehê yariyên Kûpaya Îtalyayê bên lîstin.”
Li gorî biryarê eger fotbolîstek bi koronayê (Covid-19) bikeve, ew dê di şert û mercên ewle de di karantînayê de bimîne.
Ji aliyê din ve, hêjayî gotinê ye ku hatibû ragihand ku dê yariyên Lîga Yekem a Brîtanyayê (Lîga Premîer) jî dê 17ê Hezîranê dest pê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin