PeyamaKurd- Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hişyarî da , îdolojiya DAİŞê ne ji derve hatiye Iraqê, belkî piştguhxistina pêkhateya Sune ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bûye jêdera wê.
Tekez kir jî, heta dema hikûmeta navendî li Iraqê bicih nebe, ti hevsozekî rasteqîne yê pêkhateyan nabe, ji ber wê nearamî li Iraqê dê dirêj bike.
Daxuyaniyên cuda yên desthilatdarên Amerîka derbarê têk çûna DAİŞê ne ji dervê hatiye.
Li gor nûcêya K24 Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm DAİŞ rêxistineke Iraqî ye û bi taybet çekdarên bi ser Kerkûk, Diyala û Selahedîn ve ne. Wê rixistinê toreke grûpên din wek Qaide li derdora xwe kom kirine.
Amerîkiyan, kontrolkirina navçeyên di destê DAIŞê bi wateya têkşikandina wê rêxistinê dizanin, her ji ber wê jî bi nêzîkbûna dawiya şerê çekdarî li dijî DAİŞê, Amerîka biryara vekişandina ji Sûriyê daye. Parêzgarê Kerkûkê di wê derbarê de jî hişyariyê dide.
DAİŞ li Iraq û Sûriyê gelekî çalak e, bi vekişandina hêzên Amerîkî re bêyî ku planek ji pêşerojê re hebe, wek sala 2011an piştî vekişîna Amerîka ji Iraqê dê careke din ew rêxistin serê xwe hilde, ji ber ku sedema serîhildana DAİŞê hîn çareser nebûye.
Parêzgarê Kerkûkê hevnerîn e ligel Rêvebirê CIA yê Amerîka ku ji bo nehîştina gefên DAİŞê, divê li Iraqê sîstema Konfederaliyê ji Şîe, Sune û Kurdan re bê cibicîkirin, heger na jî Iraq bi vî awayê niha ti carî şîn nabe, ji ber ku wek ji destpêka damezrandina wê ve wiha bûye û hevsozên pêkhateyan nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin