PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro danê sibehê li gundekî bajarokê Mexmûrê yê Herêma Kurdistanê teqînek rû daye û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest adye û du kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed dane, îro danê sibehê li gundê Kebrok yê Mexmûrê bombeyek teqiya.
Rizgar Mihemed da zanîn, di wê teqînê de zarokekî 11 salî can da û du kes jî birîndar bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li devera Mexmûrê bombe û mînên çandî gelek hene ku teqînên bi vî awayî çêdibin û dibin sebeba ziyanên canî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin