CENTCOM: Rûsya firên xwe yên di ser baregehên Amerîka de zêde kiriye

CENTCOM: Rûsya firên xwe yên di ser baregehên Amerîka de zêde kiriye

PeyamaKurd – Fermandarê CENTCOM ê orgeneral Michael Kurilla ragihand ku Rûsya firên balafirên xwe yên bi muhîmmat di ser baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê de ji bo xwe bigihîne hedefên xwe yên bejayiyê zêde kiriye.

Kurilla, bi fermandarê hêzên Afrîkayê (AFRICOM) ê yê Amerîkayê Michael Langely re di komîta senatoya Amerîkayê ya Çekdar de, behsa xebatên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û Afrîka bakûr kirin. Kurilla got:

“Tevî şerê Rûsyayê li Ûkraynayê, di şerê li Sûriyê de heyiyên wê yên leşkerî kêm nebûne. Hêzên hewayî yên Rûsyayê di demên dawiyê de li herêmê bêhtir bi ecemîtî û talûketir tevdigere. Di ser bagerehên me de bi armanca provokatîv di perên balafirên wan de muhîmmat hene hene û difirin. Ya rast ev talûkeye û ne bi profesyoneliye. Amerîka bang li Rûsya kiriye ku bi profesyoneli tevbigerin. Ev tevgerên Rûsyayê yên nûh nînin û ji 1 ê adarê de di fira balafiran de zêdebûneke ji dil heye.”

Ji bo di tevgerên hewayî yên Amerîka û Rûsya de karibin ji hev veqetînin di sala 2015an de Peyman di navbera her dû dewletande hatibû îmzekirin.

Orgeneral Kurilla, ragihand ku kapasîta fuzeyan ya Îranê gelek zêdeye û ji bo li Rojhilata Navîn li derekî bixin di destê Îranê de bi hezarî fuzeyên balistik û seyrê hene. Di destê Îranê de bê jimar balafirên bê ajotvan hene û got:

“Tehran li gor 2 sal berê dikare bêhtir Ûranyûmê dewlemend bike. Eger Îran bibe xwediyê çekên nukleerî, di rojhilata navîn de di şevekî de dikare heya bi heyayê seyrê biguhêre.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin