PeyamaKurd – Bi fermana Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 4 bendavên mezin û stratejîk li Herêma Kurdistanê tên çêkirin.
Li gor Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê diyar kiriye, bi fermana Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 4 bendavên stratejîk tên çêkirin.
Wezaretê diyar kiriye, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, bi nûnertiya Serokê Hikûmetê, rêkeftina çêkirina wan bendavan bi kompaniya navdewletî ya POWERCHINA re îmze kiriye.
Bendavên tên çêkirin ev in: Bendava Delge li devera Pişder, bendava Xêwete li Silêmaniyê, bendava Mendawe li Hewlêrê û bendava Bakirman li Duhokê.
Herwiha Wezaretê Çandinî û Çavkaniyên Avê destnîşan kiriye, armanc ji çêkirina wan bedavan, komkirina avê û kêmkirina bandorên hişkesaliyê û baştir birêvebirina çavkaniyên avê ye.
Kompaniya POWERCHINA, kompaniyeka Çînî ye ku navenda wê ya serekî li Pekîna paytexta Çînê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin