PeyamaKurd – Çapemeniya Iraqê diyar kir, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir serdana mala merciya Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî kir.
Li gor çapemeniya Iraqê da zanîn, çûna Sedir a ji bo mala Sîstanî bi armanca beşdarbûna merasîma matema îmam Husên a meha Muherremê û bibîranîna şehîdkirina wî ye.
Hêjayî gotinê ye, Sedir niha pêşengtiya nerazîbûn û xwepêşandanên herî mezin li dijî hêzên din ên siyasî yên Şîe li ser pêkanîna hikûmetê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin