Peykerê Besikcî li bexçeya Zanîngeha Dihokê hate danîn

Peykerê Besikcî li bexçeya Zanîngeha Dihokê hate danîn

PeyamaKurd - Zanîngeha Dihokê bi beşdariya mamoste û xwendevanan perdeya li ser peykerê Dr. Îsmaîl Beşikcî rakir. Peykerê Beşikci ji aliyê peykertiraş Şîraz Azîz ve ji bronzê hatiye çêkirin.

Rektorê Zaningehê Prof Dr. Mislih Dihokî di merasimê peykerê Beşikci de axaftineke kurt kir û got: “Mamoste Beşikcî zanyarekî pir girîng û parêzvanekî hêja yê miletê kurd e û ev peyker dê li vir her mayînde be.”

‘PÊŞXISTIN Û HILBERÎNA ZANISTÊ JI BO KURDISTANÊ PIR GIRÎNG E’

Dr. Îsmaîl Bieikcî jî axaftinek kir û diyar kir ku zanîngeh pirr girîng in, “zanîngeh ji bo Kurdistanê jî pir girîng in. Zaningeh, navenda hilberîna zanistê ne. Pêşxistin û hilberîna zanistê ji bo miletê Kurdistanê pir girîng e. Zanîngeha Dihokê jî xebatin pir girîng dike. Li ser kurdan jenosîdên pir mezin çêbûne, bi taybetî di pêvajoya salên 1980yî de ji bo ku di têkilîyên navdewletî û raya giştiya dewletên herêmî de ev karesat bêne naskirin, divê zanîngehên Kurdistanê hîn bêtir bixebitin.”

DÊ NAVENDA KULTURÎ YA BEŞIKCI JÎ LI DIHOKÊ WERE VEKIRIN

Pistî rakirina perdeya li ser peykerê Beşikcî, serdanek ji bo rektoriya Zanîngeha Dihokê hate kirin. Piştî wê  jî konferansa navdewletî ya li ser jenosîdkirina Kurdan (14-15ê nîsanê) di hola Navenda Dr. Îsmail Beşilcî li Zankoya Dihokê dest pê kir. Ji konferansê şûn ve, hevdîtinek digel parêzerê Dihokê hate kirin û Ferhat Etroşî soza xwe ya ji bo çêkirina Navenda Kulturî ya Beşikcî li Dihokê dubare kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê anî ziman.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin