Pîrejina Kurd a 78 salî xwe ji ser însaetê avêt û întihar kir

Pîrejina Kurd a 78 salî xwe ji ser însaetê avêt û întihar kir

PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekirê navçeya Bismil a Bakurê Kurdistanê pîrejina bi navê Ayşe Halef a 78 salî xwe ji ser qata diduyan a înşaetekê avêt û întihar kir.

Hate zanîn ku jina bi navê Ayşe Halef (78) a li taxa Akpinar a navçeya Bismilê derket qata duyemîn a înşaetê û întîhar kir.

Tevî hemû hişyariya kesên xwestin nehêlin xwe bavêje jî pîrejina navborî xwe avêt û bi giranî birîndar bû.

Ayşe Halef li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê tevî destwerdanên pizîşkî jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin