PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê îro duşemê 25ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku wa baregeheke leşkerî ya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kiriye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir, êrîş şeva borî li dijî baregeha li herêma Meys El Cebel a li başûrê Lubnanê hatiye kirin û li ser êrîşên Hizbullahê jî hate gotin: "Derdora 15 moşekan ji Lubnanê ber bi baregeha artêşê ve hatin avêtin, lê li herêmeke vekirî ketin û tu ziyan çênebûn."
Medya Lubnanê ragihandiye ku artêşa Îsraîlê vê sibehê li aliyê rojavayê bajarokê Meys El Cebel malek bombebaran kiriye.
Herwiha Hizbullahê jî ragihand ku li bajarokê Şihûr ê başûrê Lubnanê endameka wan ê bi navê Mihemed El Zên hatiye kuştin, lê li ser çawaniya kuştina wî ti agahî nehatin dayîn.
Hizbullah diyar kiriye ku wan îrko danê sibehê bi moşek û obusan li leşkerên Îsraîlê yên li girê Teyhat ê Lubnanê xistine û ziyanên wan çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin