Pistî civîna Serok Barzanî û Malikî PDK û Partiya Dewa daxuyaniyeke hevbes belav kirin

Dîroka weşanê :
Pistî civîna Serok Barzanî û Malikî PDK û Partiya Dewa daxuyaniyeke hevbes belav kirin

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Dewa Îslamî ya Iraqê ku Nûrî Malikî seroktiya wê dike, li ser rewşa Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Serokê Partiya Dewa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî îro 25ê Tebaxê serdana Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hatibû pêşwazîkirin û hevdîtinek di navbera wan de pêk hatibû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, bi serokatiya serokê Partiya Dewa Îslamî Nûrî Malikî û şandeyekê li herêma Kurdistanê ligel Serok Barzanî û şandeya polîtburoya PDKê civiyane.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û Partiya Dewa de hat diyarkirin, di civînê de amaje bi encamdana hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê hatiye kirin û teqezî li wê yekê hatiye kirin ku hilbijartin di dema xwe de 10.10.2021ê pêk bên.

PDK û Partiya Dewa destnîşan kirin, herdu aliyan bal kişandine ser encamdana hilbijartineke azad, paqij, dadperwer û parastina asayîşa proseya dengdanê û parastina dengên hemwelatiyan ji sextekariyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin