Pistî êrîsa ISID ê ya Kerkûkê Pêsmerge tedbîran zêde kir

Pistî êrîsa ISID ê ya Kerkûkê Pêsmerge tedbîran zêde kir

PeyamaKurd – Piştî İŞİD ê êrîşê bir ser Daqûq a bi ser Kerkûkê de, hêzên Pêşmerge yên ser sînor tedbîrên xwe zêde kir û ket nav tevgerê. Fermandarê eniya Mexmûr û Giwêr Sîrwan Barzanî ragihand ku gelek caran İŞİD ji şert û mercên hewayê fêde dike û êrîşan dike. Barzanî got ku hêzên xwe yên ser sînorê Kerkûkê zêde kirine û amadekariyên li hemberê İŞİD ê zêde kirine.

Fermandarê hêzên Pêşmerge yê başûrê Kerkûkê Nûrî Heme Elî jî got ku di wexta berf û baranê de balafir nikarin êrîşan bikin ser İŞİD ê û İŞİD î ji firsetên weha fêde dike û hewl dide da êrîşê ser Pêşmergeyan bike û weha got:

“Êrîşa êvara duhî jî wisa bû. Terorîstên İŞİD ê ji hewa baranê fêde dît û êrîş kir. Li ser îhtîmala êrîşan Pêşmerge tedbîrên xwe derxistiye asta herî bilind.”

İŞİD duhî bi şev li dora 23.00 ê şevê êrîşê biribû ser gundê Til Tepe ya nêzî navçe ya Daqûqê ser baregeha polîsan û tê gotin ku di encamê de 2 polîs mirine û 5 ji polîsan birîndarin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin