PeyamaKurd - Rêveberê payebilind ê Tevgera Goran zanyariyên veşartî li ser nexweşiya Hêro Îbrahîm Ehmed û birina wê bo Almanyayê eşkere kirin.
Rêveberê payebilind ê Tevgera Goranê ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor wan zanyariyên ku geheştine dest min, tenduristiya Hêro Îbrahîm Ehmed xirab e û di nexwaşxaneyek Almanyayê de ye.’’
Herwiha wek sedemê nexwaşiyê jî ji ber temen û berdewam bikaranîna cigarê ye û got: ‘’Hêro Îbrahîm cigare kêşeke berdewam e û teqez beşek ji nexwaşiya wê jî ji ber wê ye û bandor li ser cîgerên wê kiriye.’’
Herwiha rexne li YNKê kir û got: ‘’Şerm e nexwaşiya Hêro Îbrahîm vedişêrin.’’ Û got: ‘’Hêro Îbrahîm di dawiya salên temenê xwe de ye. Nizanim çima wê mijarê vedişêrin û ev yek xizmetê ji kê re dike?’’
Rêveberê Tevgera Goran got: ‘’Dema rêberê me Newşîrwan Mistefa nexwaş bû û me mirina wî ji ti kesî neveşart. Ji ber eger partiyeke siyasî xwedî bername û stratejiya xwe be dema rêberê wê dimre jî divê xwe amade bike ku valatiya wî tejî bike. Pêwîste ziyan negehe partiya wî ji ber birîna ti partiyekê bi veşartina mirina rêveberekê çareser nabe. Her aşkera jî dibe.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin