Polîtburoya YNKê li ser pirsgirêkên navxweyî çend biryar dan

Polîtburoya YNKê li ser pirsgirêkên navxweyî çend biryar dan

PeyamaKurd – Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) naveroka civîna politburoyê eşkere kir. YNKê diyar kir ku çend biryar derbarê pirsgirêkên navxwe yên partiyê de hatine dayîn.

Malpera fermî ya YNKê ragihandiye ku di civîna îro 4ê Tebaxê de polîtburoya YNKê bi serpereştiya Bafil Talabanî birêve çûye û biryar hatiye dayîn bilez çareseriya pirsgirêkên navxwe yên partiyê bên kirin.

YNKê daye xuyakirin, di çarçoveya biryaran de wê ‘rê û rêkarên durist’ ji bo çareseriya pirsgirêkan bên diyar kirin û di nav wê de jî “Parastina aramiya herêma Kurdistanê bi bajarê Silêmaniyê ve jî girîng e.”

Li gorî daxuyaniyê di civînê de behs hate kirin ku organên partiyê ligel Tevgera Gorran dest bi helmeta bangeşeya hilbijartinê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin