PeyamaKurd- Pirsgirêkên Iraqê bi deh salan dê dewam bike û di şûna pirsgirêkên xwe çareser bike, Îsraîlê protesto dike. Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku Bexda, boykota Îsraîlê dewam dike û weha got:
“Iraq redda başkirina têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re dike. Îsraîl bi darê zorê xelkê ji ser axa wan radike, mirovan dikuje û em bi rêvebiriyeka weha re red dikin ku têkiliyên xwe normal bikin.”
Berdevkê wezareta karên derve yê Iraqê Ahmed Sahhaf, ragihand ku balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bo çapemeniyê agahiyên şaş dide, heyetên me yên derveyê welat tevlî konferans an rîniştandinan dibin, mijarên ku bi Fîlîstînê re têkildarin, dinya tev bi hezir di derbarê wan de diaxife. Weka vê carê jî ew di konferansên ku heyetên wan tevlî wan dibin de, beyanan didin lê hinek ji beyanên wan dibirin û ew dirişma Iraqê ya bi qaîde, şaş nîşan didin. Sahhaf ragihand ku tewrê wan yê dîrokî di mijara xelkê Fîlîstînê de dewam dike û weha got:
“ Bi sedema ku em îşxala Îsraîlê û xespa axa Ereb reddikin, nabe ku ti têkiliyeka me bi dewleta dagirker re hebe û qaîdeya me ya protestoyê dewam dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin