Hemasê bi mosekên M90 êrîsê Tel Avîvê kir

Hemasê bi mosekên M90 êrîsê Tel Avîvê kir

PeyamaKurd - Tevgera Hemas a Xezayê ragihand ku wan îro 13ê Tebaxê bi 2 moşekên M90 êrîş biriye ser bajarê Tel Avîv ê Îsraîlê û derdora wê.

Tevgera Hemasê bi daxûyaniyeke nivîskî eşkere kir: “Lîwayên Qesam bi 2 moşekên M90 bajarê Tel Avîv û derdora wê li Îsraîlê bombebaran kir.”

Di vê derbarê de kanala 12 ya Îsraîlê jî piştrast kir ku dengê teqînan li Tel Avîvê hatiye bihîstin, lê ti agahiyek di derbarê ziyanên canî de nehatine ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin