PeyamaKurd- Waliyê Kerkûkê yê Ereb, Qaymeqamê Kurd yê navçeya Daqûqê ji wezîfeya wî derxist. Daqûq di nava herêmên Kurdistanî de ye ku piştî 16ê Cotmetê ji aliyê Heşdî Şebî û Artêşa Iraqê ve hatibû vegirtin.
Dewleta Iraqê piştî bûyerên 16ê Cotmehê li kû derê erkdar û rêvebirekî Kurd hebe, ji wezîfê dûr xistibû. Tenê qaymeqamê Daqûqê mabû ku ji wezîfa xwe nehatibû dûrxistin. Lê belê niha ew jî ji wezîfê hate dûrxistin.
Di derbarê mijarê de endamê lijneya bajarê Kerkûkê Dilşad Pîrot daxuyaniyek da û got Waliyê Kerkûkê Rakan Cibûrî Ereb e, û wî qaymeqamê Daqûqê yê Kurd Emîr Xwarehm ji wezîfê girt.
Pîrot wiha berdewam kir: Di rewşa normal de ku walî bixwaze rêvebirekî ji wezîfê bigire, divê pêşiyê ji endamên lijneyê bipirse, lê belê niha walî li gorî keyfa xwe biryaran distîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin