Qedexeya li Mêrdînê 15 rojên din hat dirêjkirin

Qedexeya li Mêrdînê 15 rojên din hat dirêjkirin

 PeyamaKurd – Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku qedexeya çalakî û xwepêşandanan ku çend salên dawî bênavber berdewam dike, 15 rojên din hatiye dirêjkirin.

Di daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê de hatiye ragihandin ku ji bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi sedema “parastina aramiya bajêr û ewlehiyê” hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê wê qedexe ji 15ê Îlonê heta 29ê Îlona 2022yan berdewam bike ku hemû çalakiyên xwepêşandan, meş, daxuyaniyên rojnamevanî, kombûn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan, vedana çadiran li xwe digire.

Di dema qedexeyê de, tenê destûr bo çalakî û bernameyê fermî yên bi destûra qeymeqamtiyan hatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin