PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî êrîşên li Herêma Kurdistanê şermezar kir û bangî Iraqê kir ku li ber êrîşan tedbîran bigrin. Qubad Talabanî di ser hesabê fermî yê Facebookê de bi zimanên Kurmancî, Erebî û Îngîlîzî ragihandina xwe kir û weha got:
“Êrîş û îhlalên li ser desthilata Herêma Kurdistan û Iraqê di asta bilind de zêde dibin. Em êrîşa vê carê û yên berê tev şermezar dikin. Divê bersivên van êrîşan ne tenê bi daxwuyaniya bên dayîn.
Divê hukumeta federal ya Iraqê ji bo ber li îhlalên desthilatê bigre, tedbîran bibîne. Em bang li welatên cîranên me û temamên hevkarên me dikin bila ji hukumraniya Herêma Kurdistanê û Iraqê re rêz bigrin û bila bi êrîşan jiyana hemwelatiyên me nexin talûkê.”
Di demên dawiyê de êrîşên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê zêde bûne. Di 15 ê hezîranê de li Şengalê li bajarokê Sinûne bi dornê êrîş kirin û zarokekî 12 salî yê bi navê Salih Nasir Xidir, bapîrê wî jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Li Kelarê jî 4 kes di êrîşa drona artêşa Tirkiyê de mirin û kesekî birîndar bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin