PeyamaKurd – Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku piştî 70 salan cara yekem mehkûmeke jin wê bê îdamkirin.
Mehkûma bi navê Lisa Montgomery ku sala 2004an jineke ducanî fetisandiye û piştre bebeka wê ji nava wê derxistiye û revandiye, wê 12ê vê mehê li eyaleta Indiana bi jehrîkirinê were îdamkirin.
Hat zanîn ku herî dawî sala 1953yan jinek bi navê Bonnie Heady di odeya gazê de hatibû îdamkirin.
Serokê Amerîka Donald Trump ku niha amadekariya dewrkirina seroktiyê bo Joe Biden dike, beriya niha ragihandibû ku wê îdamên li dadgehên federalî berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin