PeyamaKurd- Hilbijêran li Rûsya, makeqanûna ku wê pêşiya seroktiya Serokwezîrê Rûsya Vladimir Putin heta sala 2036an veke pejirand.
Hilbijartinên bo makeqanûna ku wê pêşiya seroktiya Putin heta sala 2036an veke, di 1ê Tîrmehê de bi dawî bû.
Ji %78ê hilbêjêrên Rûs berdewamiya seroktiya Putin heta sala 2036an pejirandin û gotin ‘erê’
Lijneya Hilbijartina Rûsya da zanîn ku, ji %65 Rûs tevlî hilbijartina guhertina makeqanûnê bûne.
Ev guhertina makeqanûnê, wê bihêle Putin piştî erka wî ya di 2024an de diqede, 2 serdemên din bikaribe di hilbijartinan de bibe endam.
Çavdêrên Serbixwe yên Hilbijartinan û dijberên Kremlin da zanîn ku, kesên tevlî hilbijartinan bûne zêde tê nîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin