Amerîka daneyên nû li dijî Îranê eskere kir

Amerîka daneyên nû li dijî Îranê eskere kir

PeyamaKurd – Ji aliyê Amerîkayê, bi prokonferansekê li dijî Îranê, daneyên nû yên berfireh hatin ragihandin.


Wezîrê Berevanî Mark Esper, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesira Sipî Mark O’Brien û Nûnera Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft jî beşdarî preskonferansê bûn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir, ku wan li dijî Wezareta Berevanî ya Îranê jî dane ragihandine.

Pompeo da zanîn, ku Serok Donald Trump li ser veguhastina çekên bo Îranê biryarnameyek îmza kiriye. Wî diyar kir ku Amerîka kiriye ku ambargoya çekan ya NY’ê ya li dijî Îranê ji nû ve destpê bike û bang li hemî dewletan kir ku piştgiriyê bidin helwesta Washingtonê.

Wezaretên Derve û Darayî yên Amerîka, 6 kes û 3 sazîyên ku peywendiyên wan bi Daîreya Enerjiya Atomî ya Îranê re hene, xistin lîsteya daneyan.

Pompeo got, kesek û sazîyeke ku li dijî wan daneyan hatine ragihandin, di nav daneyên NY’ê de, ku Amerîka roja Şemîyê bi şûnde anîbûn, hene.

Wezareta Bazirganî ya Amerîka jî 5 kesên peywendiyên wan bi Daîreya Enerjîya Atomî ya Îranê re hene xistin lîsteyê.

Mike Pompeo diyar kir, ku ew bo diyalog û dîplomasîya bi Îranê re vekirî ne û heta ew bersîvê didin ew ê zextên wan bidomin.

Wezareta Berevanî ya Amerîka Mike Esper jî diyar kir, Amerîka amade ye bersivê bide ‘’êrîşvaniya Îranê ya di siberojê de.’’

Nûnera Amerîka ya li NY’ê Kelly Craft jî da zanîn, ew ji hemî endamên yekitiyê dixwazin ku daneyên li dijî Îranê ji nû ve bidin destpê kirin.

Hêjayî balkişandinê ye, xeynî wan kes û sazîyên Îranî, Amerîka li dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro jî dane ragihandin, ku li gor rêvebirîya Washingtonê, Tehran bo pûçkirina ambargoya NY'ê bi ''rejîma nerêwa'' ya Venezuela re dixebite.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin