Zanistan hisyarî da: Pêla diduyan wê zêdetir bikuje!

Zanistan hisyarî da: Pêla diduyan wê zêdetir bikuje!

PeyamaKurd – Lêkolînerên pizîşkî yên Brîtanyayê li ser biryara asayîkirina jiyanê ya taybet bo welatê Îtalyayê ku 29 hezar 315 kes ji ber vîrusa koronayê heta niha mirine hişyarîya pêla diduyan dan.

Li gorî wan lêkolîneran heger li welatê herî zêde Covid-19 li Ewropayê li ser kiriye, li Îtalyayê gavên hêsankariyê û asayîbûnê hatine avêtin ku ev metirsiyeke mezin bixwe re tîne.

Zanistên lêkolîn kirine dibêjin, heger ji serjimariya bêhtirî 60 milyonan ji sedî 40ê welatiyan vegerin ser karên xwe û dev ji tedbîran berdin, wê 23 hezar kesên din li mirinên koronayê zêde bibin.

Li gorî xebata lêkolîneran tenê heger ji 5an 1ê civakê jî vegere jiyana asayî 5 hezar mirinên nû, heger ji sedî 40ê civakê jî vegere jiyana asayî zêdetirî 23 hezar kesên din wê ji ber vîrusa koronayê bimirin.

Li gorî amarên dawî heta niha li seranserê dinyayê 3 milyon û 744 hezar kes bi nexweşiya Covid-19 ketine, ji wan 258 hezar û 550 kesan can daye û 1 milyon û 249 hezar kes jî baş bûne.

Welatên herî zêde mirin lê çêbûne jî bi dorê Amerîka, Îspanya, Îtalya, Fransa, Brîtanya û Almanya ne ku hejmar tevî ku li parzemîna Ewropayê kêm bûne jî zêde dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin