Bi topbarana artêsa Tirkiyê xortekî êzidî hat kustin

Bi topbarana artêsa Tirkiyê xortekî êzidî hat kustin

PeyamaKurd - Li bajaroka Til Rifet ya Sûriyê, xortekî êzîdî di encama topbarana artêşa Tirkiyê de hat kuştin û komek êzîdî jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê doh artêşa Tirkiyê derdora bajarokê Til Rifet ê girêdayî parêzgeha Helebê, ku di destê hêzên YPGê de ye da ber topan.

Hat ragihandin ku di encama wê topbaranê de xortekî êzîdî bi navê Emîn Îbrahîm Derwêş hatiye kuştin û komek êzîdî jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin