Ji parlamentarên HDPê daxuyaniya agir berdana buroya Cizîrê

Ji parlamentarên HDPê daxuyaniya agir berdana buroya Cizîrê

PeyamaKurd – Piştî êrîşa şevê din a agir berdana navenda HDPê ya Cizîrê, Parlamenterên HDPê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş û rêveberên HDPê yên navçeyê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDPê Hasan Ozgûneş got ku cara 3yemîn e êrîşî avahiya HDPê ya Cizîrê tê kirin û diyar kir: “Em gelek baş dizanin ku ev êrîş tên çi wateyê. Em vê êrîşê şermezar dikin û em ê bêdeng nemînin. Cara 3yemîn e êrîşê avahiya me tê kirin û dixwazin bişewitînin. Lê heta niha kiryarên wan jî ne diyar in. Ger ev êrîş li dijî dewletê bihata kirin beriya 24 saetan dê êrîşkar bihatina dîtin û encam ji raya giştî re bihata parvekirin. Lê belê em dibêjin ku em ê bêdeng nemînin. Kesê  ku êrîşî avahiya me dike  diyar e. Lê belê ev kes ji aliyê dewletê ve tê parastin. Em ê li dijî vê êrîşê dozê vekin.” 

Parlamentera HDPê Nuran Îmîr jî got, di vê pêvajoyê de bi sedan HDPyî di girtîgehê de ne û ji aliyekî ve jî êrîşî avahiyên HDPê têne kirin û ew dê li hember van êrîşan bêdeng nemînin.

Êrîşa şevê din li demjimêr 01:54an ji aliyê kesekî rûpûşkirî pêk hatibû ku ew kes ji seyareke spî peya dibe û piştre qotîya sotemenî tê de agir pê dixe û davêje ser buroya HDPê.

Parlamentarê HDPê Nûran Îmîr vîdyoya tomara kamerayê ya dema êrîşê belav kir:

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin