Dr. Berzencî: Di 24 saetên dawî de ti haleteke Covid-19 nehatiye tomarkirin

Dr. Berzencî: Di 24 saetên dawî de ti haleteke Covid-19 nehatiye tomarkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand, di 24 demjimêrên borî de ti haleteke pêketina bi vîrusa korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1 hezar û 792 test ji welatiyan re hatin kirin, xweşbextane encam hemû negatîv bûn û ti haleteke pêketina bi Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Berzencî diyar kir, îro wergirtina testan berdewam e, heger ti haletên din jî neyin tomarkirin, nayê wê wateyê ku vîrusa Korona nemaye. Hîna metirsî maye û divê bi berdewamî rênimayan bicih bikin.

Wezîrê Tenduristiyê got: “Em dixwazin jiyana xelkê asayî bibe, lê bi nerîna me, nabe qedexeya çûnûhatinê bi yekcarî rabe.”

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa korona ketine gihîştiye 330 kesan, 4 kesan can daye û 156 kes jî baş bûne.

Herwiha mehek e çêbûye ku qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin û heta roja 16ê Nîsanê berdewam e û tê çaverêkirin qedexe bi hin asankariyan berdewam be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin