Li Meletiyê û Sêrtê bo ser 65 saliyan sînor hat danîn

Li Meletiyê û Sêrtê bo ser 65 saliyan sînor hat danîn

PeyamaKurd- Li bajarê Meletiyê û Sêrtê bo kesên temenên wan di ser 65 salan de ne, di mijara derketina derve de sînor hat danîn. Bi sedema zêdebûna nexweşînê ev tedbîr ji aliyê parêzgehan de hat danîn.

Li Meletiyê parêzgeh biryarê da ku kesên di ser 65 salan de ne, wê di navbera siet 10.00 û 17.00 de karibin derên derve û di derveyê van sietan de dê nikaribin derên.

Li bajarê Sêrtê kesên di ser 65 salan de bin, dê karibin di navbera 17.00 û 24.00an de derên derve. Hem kesên di ser 65 salan de bin, dê nikaribin herin dawetan.

Di çarçoveya qedexeyan de, doktor, hemşire, dermansaz, şaredar û wezîfedarên xizmeta civakî, ne di nav vê çarçoveyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin