PeyamaKurd – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, li dijî bikaranîna pereyên tirkî xwepêşandan hat lidarxistin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, bi armanca şermezarkirina biryara bikaranîna lîreya Tirkiyê û zêdebûna nirxê nan, xelkê bajarê Girê Spî dikan girtin û li pêşiya avahiya rêveberiya herêmê xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin.
Heman çavkaniyên herêmê diyar kirine ku bi sedan kes li pêşiya Meclîsa Herêmê û Çerxerêya Şaredariyê kom bûne û bi diruşman siyaseta birçîkirinê û kiryarên serokê rêveberiya Girê Spî Wail Ehmed şermezar kirin.
Rêveberiya Girê Spî doh biryara ku nan bi lîreyî tirkî bê firotin derxistibû ku nirxê kîsê ji 8 nanan pêk dihat berê 200 lîreyên Sûriyê bû, lê nirxê nan bi lîreyê Tirkiyê hatiye diyarkirin ku niha dike 400 lîreyên Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin