Turkman: Mesrûr Barzanî wê bi ser bikeve û em pistgiriyê lê dikin

Turkman: Mesrûr Barzanî wê bi ser bikeve û em pistgiriyê lê dikin

PeyamaKurd - Serokê Partiya Tevgera Demokrat a Turkmanî Kerxî Altê Birmag dibêje, di hikûmeta nû ya Kurdistanê de dê pêkhateyên Kurdistanê xwedî roleke bihêz bin û Serok Barzanî li pişt wê yekê ye ku mafê pêkhateyên Kurdistanê parastî ye.

Kerxî Altî Birmag ji malpera KDP.info re ragihand: “Kabîneya vê carê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kabîneyeke berfireh be û dê çendîn alî li xwe bigire, ku ev yek tiştekî pir baş e ji bo pêkhateyên Kurdistanê û beşdariya wan di kabîneya nû de dê hêzeke mezintir û bi bandortir bide kabîneya nû. Ev beşdariya pêkhateyan nêrîna cîhanê jî li ser Kurdistanê diguhere û Kurdistan di çavê cîhanê de mezintir dibe.”

Birmag wiha got: “Me wek Turkman daxwazên xwe dane kabîneya nû û me daxwaza çend kursiyan kiriye, ji ber ku em xwe wek xemxur ji Kurdistanê re dibînin. Herwiha Serok Barzanî jî wek lêvegerek mafê pêkhateyan garantî kiriye û piştevaniya pêkhateyên Kurdistanê dike. Barzaniyê Nemir jî wisa li pişta pêkhateyan bû.”

Wî serkirdeyê Turkman wiha domand: “Kekê Mesrûr Barzanî serkeftinên baş bidest ve aniye û wek em dibînin piştevaniyeke mezin li ser asta navxweyî û siyasî û navdewletî jê re heye û em jî piştgiriya wî dikin, lewma jî em dibînin ku ew ê biser keve.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin