Ji Kurdistanê bo PKK ê: “Ser, ji ser vê axê dûrbixin”

Ji Kurdistanê bo PKK ê: “Ser, ji ser vê axê dûrbixin”

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi sedema di demên dawiyê de bi sedema êrîşên PKK ê ragihandinan kir û got; divê PKK li statuya herêma Kurdistanê ya qanûnî, hukumeta Kurdistanê, li dezge û saziyên fermî rêz bigre û divê şer ji axa Kurdistanê dûr bihêle.

Ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa PKKê ya bo ser pêşmerge li devera Çemankê de êrîşê şermezar dike û êrîşê bo ser jiyana xelkê Kurdistanê, hûzûra û axa Kurdistanê bilêv kir.

Di ragihandina serokatiyê de hat gotin ku di wexta xelkê Kurdistanê di krîzan de derbas dibe, şerfirotina PKKê û tevlihevkirina wê, xelkê xistiye nav tengasiyan û divê PKK rêzê li statuya qanûnî ya Kurdistanê, rêz li dezge û saziyên hukumetê bigre û şerî ji ser axa Kurdistanê dûr bihêle.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di beyana xwe de bo malbata pêşmergeyê şehîd sersaxiyê û bo birîndaran şîfayê xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin