Caferî hisyarî da Kurdan: Pista xwe nedin Amerîka...

Caferî hisyarî da Kurdan: Pista xwe nedin Amerîka...

PeyamaKurd – Serokê Şanda Sûriyê Beşar Caferî, li Gera 14emîn a civînên Astanayê ku li Nursultan a Qazaxistanê birêve diçin, hişyarî da Kurdan û got, ew hemû acendeyên cudaxwaziyê red dikin û pêwîste ti aliyek pişta xwe nede Amerîkayê.

Caferî di civîneke rojnamevanî de li Nursultan a paytexta Qazaxistinê da xuyakirin ku ew her destwerdan û mûdaxeleya li ser komîteya destûrê red dikin.

Wî herwiha got ku Amerîka petrolê didize û difiroşe Tirkiyê û diyar kir ku Tirkiye pabendî rêkeftinên Soçî û îtilafa Astanayê nabe.

Caferî li ser biryara Tirkiyê ya bicihkirina penaberan li bakurê Sûriyê (Rojava) jî da zanîn ku hewlên asîmilekirina herêmên bakurê Sûriyê dijî yasayên navdewletî ye.

Beşar Caferî di dawiyê de jî diyar kir ku ew dê heta qelandina koka rêxistinên terorîst têkoşîna xwe bidomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin