PeyamaKurd - Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser qedexekirin û girtina nivîsgeha Kurdistan24ê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Nivîsîngeha Ragihandina Rêveberîya Xweser de hat gotin: “Rêveberîya Xweser her ji destpêka damezrandina wê ve seqayeke demokrasî bo tevaya dezgehên ragihandinê bi hemû curên wê ve berhev afirandiye daku rastî bûyeran veguhêzin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, heya niha biryara dawî derbarê ragirtina karê Kurdistan24ê li bakur û rojhilata Suriyê nehatiye dayîn û hat gotin, azadîya ragihandinê bo tevaya dezgehan e û em pabendin bi pîvan û yasayên navdewletî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin