Bombe bi otomobîla Hesda Seibî de hat teqandin

Bombe bi otomobîla Hesda Seibî de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 8ê Mijdarê li nêzî zincîre çiyayên Hemrînê û di navbera parêzgehên Diyale û Selahedînê de, bombeyeke çandî bi otomobîleke Heşda Şeibî de hat teqandin ku çekdarek birîndar bû.

Berdevkê Heşdî Şeibî yê li sînorê Xurmatê Elî Husên daye xuyakirin ku îro nêzîkî çiyayê Hemrînê û Kemhul û navbera Diyale û Selahedînê bombeyeke çandî bi otomobîleke Heşdî Şeibî de hatiye teqandin û çekdarekî Heşdî Şeibî birîndar bûye.

Hatiye diyarkirin ku teqîna dema lîwaya 6 a Heşdî Şeibî li pey paşmayên DAIŞê digeriya çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin