Ji Mesrûr Barzanî peyama spasiyê: Ez hêvîdarim…

Ji Mesrûr Barzanî peyama spasiyê: Ez hêvîdarim…

PeyamaKurd - Mesrûr Barzanî ku îro ji bo serokwezîrtiya herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bo pêkanîna kabîneya hikûmetê hat erkdarkirin, daxuyaniyeke spasiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de got, “Ez pêwîst dibînim ku spasiya xwe ji cenabê Serok Barzanî û polîtburoya PDKê û encûmena rêveberiyê û alîgir û civaka PDKê bikim bo destnîşankirina min wek namzedê PDKê bo vî erkî. Herwiha spasî û pêzanên xwe pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê bi hemû fraksiyonan ve dikim ku ez wek namzed nîşan dam. Herwiha spasiya serokê herêma Kurdistanê dikim ji ber ez erkdar kirim bo pêkanîna kabîneya nehemîn a hikûmeta herêma Kurdistanê.”

Tevahiya daxuyaniya Mesrûr Barzanî:

Girêdayî namzedkirin û erkdarkirina min bo serokatiya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê, ez pêwîst dibînim ku spasiya xwe ji cenabê Serok Barzanî û polîtburoya PDKê û Encûmena rêveberiyê û alîgir û civaka PDKê bikin bo destnîşan kirina min wek namzedê PDKê bo vî erkî. Herwaha spasî û pêzanîn xwe pêşkeşî parlamentoya Kurdistanê bi hemû fraksiyonan ve dikim ku ez wek namzed nîşan dam. Herwiha spasiya serokê herêma Kurdistanê dikim ji ber ez erkdar kirim bo pêkanîna kabîneya nehemîn a hikûmeta herêma Kurdistanê.

Spas ji bo baweriya we û ezê hewl bidim bi alîkariya hemû ew aliyên biryara beşdarbûna li kabîneya nû de dane, di dema hatî diyar kirin de pêkhateya kabîneya nehem bixim pêş parlamentoya Kurdistanê, ku em bikarin di demek herî zû de xizmeteke layîq ji gel û niştiman re destpê bikin. Ez hêvîdarim hemû aliyên peywendîdar alîkarê me bin bo ku em zû vê proseyê bigehînin encamê.

Mesrûr Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî kir û ji bo pêkanîna kabîneya nû ew erkdar kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin