PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 16 kesan can dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û eşeker kir, 19 kesan bi Koronayê mirine û 238 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Herwiha hat ragihandin ku 13 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi van amarên dawî re hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek pêketiyên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîşt 36960 kesan, ji wan 2498 kes baş bûne û 1478 kesan jî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin