PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, di nav 24 saetên dawî de 3 kes ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) mirin û 4 kesên din pê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xwer Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 4 kesên din vîrusa koronayê ketine ku kesek li Girkê Legê, 2 kes li Tebqayê û kesek li Dêrazorê ye.
Ciwan Mistefa eşkere kir ku 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û nexweşekî koronayê jî baş bûye.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 8 hezar û 592 kesan, yan mirinan bû 311 kes û heta niha 241 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin