PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 45 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 6 kes jî baş bûn.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 45 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 6 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 3 kes li Rimêlan, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 6 kes li Reqayê, 15 kes li Tebqa, 2 kes li Minbicê û 1 kes li Dêrazorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di 24 saetên borî de 6 kes ji vîrusê baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi van amarên dawî re gihîşt 17599 kesan, ya mirinan bû 717 kes û heta niha 1776 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin