PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke din a alavên leşkerî derbasî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gorî nûçeya ajansa rejîma Sûriyê SANAyê, hêzên Amerîkayê karwaneke ji 27 barhilgiran pêk dihat, ji ser deriyê Tanfê derbas kiriye û gihandiye baregeha xwe ya li parêzgeha Hesekê.
Hatiye diyarkirin ku di barhilgiran de, hejmarek zêde wesayît û alavên leşkerî hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin