PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di sala 2021ê de, 323 jin û zarokên DAIŞê radestî welatên wan kirine.
Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser hûrgiliyên hejmar û regeznameya jin û zarokên DAIŞê ku di sala 2021ê de ji bo welatên wan hatine radestkirin belav kir.
Rêveberiya Xweser eşkere kiriye ku di sala 2021ê de, 323 jin û zarokên DAIŞê ji bo welatên wan hatine radestkirin ku 66 ji wan jin in.
Herwiha hatiye diyarkirin ku jin û zarok ji bo 19 welatan hatine radestkirin û hejmara herî mezin jî welatiyên Ozbekistanê bûn û ji 24 jin û 68 zarokan pêk dihatin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin