PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê bi balafirên bêmirov êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û herî dawî li bajaroka Eyn Îsayê santrala elektrîkê û bendeke kontrolê ya Asayîşê hatiye armanc kirin.
Li gorî zanyariyan, santrala elektrîkê ya Eyn Îsayê piştî êrîşê ji kar hatiye xistin û xelkê herêmê bê elektrîk maye.
Herwiha çavkaniyên herêmê ragihandine ku benda kontrolê ya Asayîşê jî bûye armanca êrîşê û hevdem navçeya Çelebî ya dikeve rojhilatê Kobanê jî hatiye bombebaran kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin