PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya bajaroka Til Temir a Girê Spî êrîşeke mezin a şeva borî ku bi piştgiriya topbarana artêşa Tirkiyê hatiye kirin şikandine û 13 kes ji komên çekdarên êrîşkar hatine kuştin.
Li gorî zanyariyan artêşa Tirkiyê komên çekdarên girêdayî wê doh bi şev êrîş birin ser gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiyê yên Til Temirê.
Hat zanîn şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bersiv dan wê êrîşê û şerekî dijwar li herêmê qewimî ku di encama şer de 13 çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Herwiha hat ragihandin ku gelek cebilxaneyên çekdaran jî ketine destê şervanan.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin