PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî bi rêya asmanî û bejahî di şandina çek û cebilxaneyan bo baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê berdewam e.
SOHR eşkere kir, hevpeymaniyê herî dawî 60 barhilgirên çek û cebilxaneyan ji ser Herêma Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.
Hate diyarkirin ku balefireke madeyên lojistîkî û tenduristî ya hevpeymaniyê jî li baregeha Xerab Cîr ya li Rimêlanê daket.
Li gorî çavkaniyên herêmê fermandarekî pilebilind ê Amerîkî jî bi HSDê re li Reqayê civiya û mijarên girîng gotûbêj kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin