PeyamaKurd – Piştî ku ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi sed hezaran şêniyên Serêkaniyê û Girêspî koçberî deverên din ên Rojavayê Kurdistanê bûn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dest bi amadekariya vekirina 2 kampan nû kir
Hat zanîn ku du wargehên koçberên Serêkaniyê û Girêspî yek ji wan li gundê Tiwêne yê Hesekê, ya din jî li gundêwarê Reqayê Til El-Siminê tê avakirin.
Li gorî zanyariyan Rêveberiya Xweser ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, niştecihên wargehên Mabrûkayê veguhestin Kampa Erîşe û yên Eyn Îsayê jî veguhestine Kampa Mehmudliyê.
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Cîhan Mihemed ji medya Rojava re diyar kir ku ji bo avakirina van wargehan ti sazîyên navnetewî alîkarî nedane wan.
Cîhan Mihemed got ku bi taybet di warê tendûristiyê de pêdiviya alîkariyê heye û bang li tevahiya rêxistinên mirovî kir ku vegerin Rojava û berpirsyariyên xwe bi cih werînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin