PeyamaKurd - Piştî zêdebûna protestoyan Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe ragihand ku wan zêdekirina baca li ser sotemeniyê vekişandiye. Herwiha hat ragihandin ku dê Serokwezîr Philippe îro piştî nîvro derkeve pêş medyayê û bangewaziyê li Êlek Zeran bike.
Xwepêşanderên ku bi navê ‘Êlek Zer’ tên nasîn ji 17ê Mijdarê ve li gelek bajarên Fransayê li dijî zêdekirina baca ser sotemeniyê, xirabûna şertên jiyanê û zêdebûna kirêyên xaniyan, li bajarên mezin çalakiyên protestoyî li dar dixin.
Heta niha herî kêm 2 kesan di wan protestoyan de can daye û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron guh nedabû daxwazên xwepêşanderan û krîza protestoyan çareser nebûbû.
Bi daxuyaniya serokwezîr re rêya çareseriyê xuyabû, tê ragihandin ku Êlek Zer di daxwazên xwe de bi ser ketin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin