Erdogan: Nebûna ‘Sehîd Suleymanî’ xemgîniyeke mezin e

Erdogan: Nebûna ‘Sehîd Suleymanî’ xemgîniyeke mezin e

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji ber kuştina Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîka ve xemgîniya xwe anî ziman.

Balyozxaneya Îranê ya li paytexta Tirkiye Enqereyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li ser kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî de bi riya telefonê axivîne.

Erdogan jê re gotiye; “Nebûna şehîd Qasim Suleymanî xemgîniyeke mezin e. Ez ji hêrsa gelê we û rehberê we (Xameney) têdigihim. Dîmenên merasîma birêkirina termê Qasim Suleymanî nîşaneya hezkirina xelkê Iraqê ye.”

3ê Çileya 2020an Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî û hejmarek ji serkirdeyên Heşda Şeibî li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê hêzên asmanî yên Amerîkayê ve hatin kuştin.

Termê Qasim Suleymanî îro bi riya balafirekê ji Iraqê gihîşt bajarê Ehwazê yê Îranê û biryar e li bajarê Kirman cihê jidayikbûna wî were definkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin