PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin, hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, bi çekên giran êrîşî gundên Hesekê yên Rojava kirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin û hat diyarkirin ku îro jî gundên bakurê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê, ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatin topbarankirin.
Her wiha hat amajekirin ku gundên Bobî û Um Heremlê yên navçeyê jî bi çekên giran hatine bombekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin