PeyamaKurd – Di roja 8em a êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê de, Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku zêdetirî milyonek kes koçberî welatên cîran bûne.
Li gorî amarên Komîseriya Bilind a Penaberan ya NYyê belav kirine, di navbera 24ê Sibatê û 2yê Adarê da milyonek zêdetir kes ji Ukraynayê derketine ku zêdetirî nîvê wan derbasî Polonyayê bûne.
Li gorî amarên hatine eşkere kirin; 505 hezar û 82 kes derbasî Polonyayê bûne, 139 hezar û 686 kes derbasî Macaristanê bûne, 97 hezar û 827 kes derbasî Moldovayê bûne, 72 hezar û 200 kes derbasî Slovakyayê bûne, 51 hezar û 261 kes derbasî Romanyayê bûne, 47 hezar û 800 kes derbasî Rûsyayê bûne, 357 kes derbasî Belarûsê bûne, 88 hezar û 147 kes derbasî jî derbasî welatên din ên Ewropayê bûne.
NY diyar kiriye ku heger rewşa şer a Ûkraynayê girantir bibe ew çaverê dikin zêdetirî 4 milyon kes koçber bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin