Rojhilat | Mamosteyên ku li Seqizê hatibûn girtin ketin greva birçîbûnê

Dîroka weşanê :
Rojhilat | Mamosteyên ku li Seqizê hatibûn girtin ketin greva birçîbûnê

PeyamaKurd – 10 mamosteyên ku li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve hatibûn girtin, dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê eşkere kir ku 10 mamostayên bajarê Seqizê ku di xwepêşandanên mamosteyan da hatibun girtin, wekî nerazîbûna li hember berdewamiya girtina neyasayî ya mamosteyan û binpêkirinên navendên ewlehiyê li ser dosyayên ku li dijî mamosteyan çêdikin ketin greva birçîbûnê.

Navê mamosteyên ketine greva birçîbûnê wiha ne: Xalid  Ebdulahî, Silêman Ebdî, Ehmed Qadrî, Tahir Hamêdî, Zahêd Moradî, D. Hisam Xakpoor, Hesen Rehîmiyan, Îsmail Rêyhanî, Amanc Emînî û  Mohsên Şikûhî.

Li aliyê din li bajarê Seqizê, hejmarek mamosteyan û çalakvanên sivîl bi daxuyaniyekê girtina mamosteyan şermezar kirin û ragihandin, ew ê  roja Çarşemê  22ê Hezîranê, li ber avahiya qeymeqametiya  bajar xwepêşandanê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin