PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd a girêdayî parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên kurd birîndar kirin.
Li gorî ragihandina rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, doh 30yê Gulanê li devera Newsûd ya bajarê Pawe ya bi ser Kirmaşanê, pasdarên Îranê bi tivingên nêçîrê gule berdane komek kolberên kurd.
Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de du kolber ji ser, pişt, dest û milên xwe birîndar bûne û bo nexweşxaneya Pawe hatine rakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin